Di çarçoveya birêxistinkirina xebata komînan de, Konferansa Giştî ya Komînên Kantona Reqayê li hola Mişwar a rojavayê bajarê Reqayê hat lidarxistin.
Konferansa bi dirûşma “Komîn bingeha pêşxistina civaka demokratîk e” hat lidarxistin û tê de endam û hevserokên komînên 4 xetan, komînên bajar, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê, beşdar bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb El-Terkan axivî.
El-Terkan bal kişand ser rola komînan di pêşxistina civakê de û diyar kir ku divê rola komîteyên werin xurtkirin ku karibin xizmeteke baş pêşkêşî bikin.
Beşdaran jî li ser mekanîzmeya karê komînan nîqaş kirin û diyar kirin ku divê komîteyên komînan bi hemahengiya saziyên Rêveberiya Xweser werin avakirin.
