zêdetirî 4 meh di ser banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûn, lê heta niha dewleta Tirk ti gavên pratîkî neavêtine.
Endamê Rêveberiya Însiyatîva Sûriyê ya Azadiya Rêber APO Ferzende Munzur û Parlemneterê DEM-PARTÎ Hisên Olan beşdarî bernameya Rave ya Rojava Tv bûn û ev mijar nirxandin.
Di 27ê Sibatê de, civakên Kurd û Tirk rû bi rûyî yek ji girîngtirîn bangên dîrokî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bûn.
Tevî ku zêdetirî 4 meh di ser banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûn, lê heta niha dewleta Tirk ti gavên pratîkî neavêtine.
Têkildarî mijarê Endamê Rêveberiya Însiyatîva Sûriyê ya Azadiya Rêber APO Ferzende Munzur ji Rojava Tv re got divê dewleta Tirk çanda înkarê terk bike û gavên erênî bavêje.
Parlemneterê DEM-PARTÎ Hisên Olan jî; diyar kir ku Tirkiyê nikare Kurdan dûr bihêle, ji ber ku Kurd di roja îro de aktorekî sereke li Rojhilata Navîn in.
Di navbera salên 2013 û 2015’an de bi pêşengiya Rêber APO dîsa pêvajoya aştiyê hate ragihandin, lê dewleta Tirk di wê demê de pêvajo têk bir.
Ji ber vê yekê, êdî siysetmedar û rayaderên doza aştiyê bi hestiyariyeke mezin li pavajoyê dinêrin û li benda desthilta AKP’ê neku rastiya xwe nîşan bide.
