BERTEKÊN LI HEMBER KOMPLOYA NAVDEWLETÎ BERDEWAM IN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji her alî ve, banga pêkanaîna azaadiya rêber apo ya fîzîkî û hesabxwastinê ji dewleta tirk tê kirin.

Berdevka Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Amna Xidro destnîşan kir ku Rêber APO bi berxwedan û felsefeya xwe armancên tirkiyê pûç kir.

26 sal in Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê di bin pergala êşkence û qirkirinê de ye û di nava şert û mercên giran de dijî.

Her wiha nêzî 4 sal in derbarê rewşa Rêber APO de nixumandinek heye û rê li ber serlêdanên parêzer û malbatê tê girtin.

Berdevka Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Amna Xidro destnîşan kir ku Rêber APO bi berxwedan û felsefeya xwe armancên tirkiyê pûç kir.

Amna Xidro di berdewamiya axaftinên xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ji bêdengiya xwe derkevin û bi erka xwe rabinDaxwaza bidestxistina azadiya Rêber APO ya fîzîkî bûye yek ji mijarên girîng ku civaka Kurd bi taybetî û Rojhilata Navîn bi giştî eleqedar dike, ji ber ku gelê Rojhilata navîn kilîta çareseriya pirsgirêkên di destê Rêbertî de dibîne.

Share This Article