KONGRA STAR Û KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA KAMPANYAYEKE HEVGIRTINA JINÊN SÛRIYEYÎ DEST PÊ KIRIN

Rojava Tv
3 Min Read

Bi armanca pêkanîna Sûriyeyek nenavendî û demokratîk, Meclisa Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê, kampanyayeke jinan a ku hemî jinên Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne, ragihandin.

Meclisa Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kirin ku ev kampanya dê dengên jinên Sûriyeyî ji bo welateke azad bike yek.

Bi armanca pêkanîna Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk li ser bingeha naskirina hemwelatîbûna wekhev û mafê gelan a diyarkirina xweseriya xwe, Meclisa Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya, îro di daxuyaniyekê de, destpêkirina kampanyayeke jinan a ku hemî jinên Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne ragihandin.

Daxuyaniya destpêkirina kampanyayê, li Stadyuma 12ê Adarê ya bajarê Qamişlo, di salvegera şeşemîn a şehadeta Hevrîn Xelef, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê de hate dayîn û têde hejmarek rêveberên Meclisa Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya û jinên ji Kantona Cezîrê, amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku kampanyaya jinan, dê di 12ê Cotmehê de dest pê bike û heta 12’ê Mijdara 2025’an, di sê qonaxên girêdayî de, berdewam bike.

Qonaxa yekem, bi sernavê “Bangek ji Sûriyeyê”, dê di 12’ê Cotmehê de dest pê bike. Di vê qonaxê de bangek vekirî ji jinên Sûriyeyê û cîhanê re tê kirin ku helwesta xwe li ser daxwazên jinên Sûriyeyê bikin yek. Rêxistin û çalakvan jî dê dîmen û peyamên hevgirtinê bişînin, û ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve werin berhevkirin.

Qonaxa duyemîn, bi sernavê “Lihevkombûna Jinan”, dê di 19’ê Cotmehê de dest pê bike. Ev qonax rêzeçalakiyan di nav xwe de digire, di nav de: peyamên hevgirtinê yên navneteweyî ji tevgerên jinan ên li çaraliyê cîhanê, ku ji bo piştgiriya jinên Sûriyeyê têne belavkirin, Semînerên diyalogê yên li ser rewşa Sûriyeyê û daxwazên pêkhateyên wê, Têgeha xweparastina femînîst di nêrîna Jineolojî de û ezmûna avakirina civakek demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Qonaxa sêyemîn û ya dawîn, bi sernavê “Çalakiyên Bidawîkirinê”, dê di 12’ê Mijdarê de pêk were. Di vê qonaxê de pêşkêşkirinek berfireh a hemî madeyên hilberandî (vîdyo, daxuyanî, wêne, gotar, hwd.) û pêşkêşkirina wan ji rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re.

Share This Article