Bi boneya salvegera 127`emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî çalakiyek li Zanîngeha Kobanê hat li darxistin.
Hejmarek ji xebatkarên raghandinê, bi dehan xwendekar û şêniyên bajarê kobanê beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim û Hevseroka Peymangeha Bilind a Raghandinê Rûken Moro axivîn û ev roj li hemû rojnamevanan pîroz kirin.
Piştî axaftinan, panelek li ser girîngiya roja rojnemgeriya Kurdî hate dayîn.
Her wiha nîvîskar û rojnamevan “Reşad Sorgul” bi rêya dîmeneke vîdyo, dîroka rojnamegeriyê û rola rojnamevan di pêşketina civakan de, nirxand.
Piştî panelê Zanîngeha Kobanê nûçegihana ajansa nûçeyan a Hewarê Dicle Ehmed ji ber keda wê xelat kir.
