BARANA ZÊDE BÛ SEDEMA HILWEŞÎNA XANIYEKÎ JI HERIYÊ LI AMÛDÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Îsal li herêma Cizîrê piştî çend salên hişkî û ziwahiyê baranek zêde bariya, lê ev barana zêde hin zirarên madî jî bi xwe re anî, ku li bajarê Amûdê, xaniyekî ji heriyê bi temamî ji ber baranê hilweşiya

Baranên zêde li herêma Cizîrê ziyanên madî gihandin hejmarek malan, bi taybetî li bajarê Amûdê, ku xaniyekî ji heriyê bi temamî hilweşiya.

Xwediyê xanî diyar kir ku hilweşîn ji nişka ve çêbûye, û got, tevî ku zirarên madî pir zêde bûn û xanî tevahî hilweşiya, lê tu zerarên canî çênebû

Li maleke cîran jî, zirar ne kêmtir bû, ji ber ku odeyeke ji cîranan jî hilweşiya, bû sedema şikestin û hilweşîna dîwaran, di nav rewşeke fikaran de ji bo niştecihan.

Ev bûyer lewaziya avahiyên ji heriyê li hember şert û mercên hewayê yên dijwar nîşan dide, û pêwîstiya bi tedbîrên pêşîlêgirtinê, nemaze bi dubarebûna pêlên barana zêde.

Share This Article