Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Firatê Ehmed Dawd destnîşan kir ku, çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî sûcên qirkirina fîzîkî û çandî li dijî welatiyan dimeşînin.
Ehmed Dawd bang li Rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî rawestînin û belgeyên derbarê sûcên çeteyan de paşguh nekin.
