Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina dorpêça li ser wan û parastina destkeftiyên şoreşê, meşek girsayî li dar xistin.
Şêniyên Kobanê di bin diruşmeya “Şoreşa me rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin” daketin qadan û meşiyan.
Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd bi berzkirina diruşmeya ” Berxwedan Jiyan e ” û rahiştina alên Kurdistanê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Rêveberiya Giştî ya TEV-DEM`ê “Cahîd Hesen” ve hate kirin.
Cîhad Hesen diyar kir ku divê em destkeftiyên şoreşa xwe bi berxwedan û têkoşîna xwe biparêzin û em her dem li pişta hêza xwe ya YPG, YPJ û QSD’ê bimînin.
Meş bi berzkirina dirûşma “Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
