LI TEBQAYÊ JIN JI BO AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN MEŞIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

bi armanca şermezarkirina Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, jinên Tebqayê daketin qadan .

meş bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebaq, Minbic û Dêrazorê, bi dehan jinên Tebqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên Hêzên Asayîşê-Jin, hate li dar xist.

Meş ji taxa Yekemîn a Tebqayê dest pê kir û li li taxa Duyemîn veguherî mîtîngê .

di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Jinan li ser şopa ramanên Rêbertî cihê xwe di tevahî qadan de girtine.

her wiha hate destnîşankirin ku dê jin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin.

meş bi berzkirina durişmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hilweşe faşîzma Tirk” bi dawî bû .

Share This Article