PARTIYÊN SIYASÎ SERDANA MECLISÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şandeyeke hevbeş ji partiyên siyasî serdana meclisên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şande ji nûner û endamên PYD, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, YEKITÎ û Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî pêk hat.

Şandeyê serdana Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şandeyê diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina koordînaya di navbera sazî û partiyan de heye, da ku nêrîn bibin yek û ji bo biryarekê der barê misogeriya mafên pêkhateyan de bin.

Di serdanan de hat diyarkirin ku divê hevkarî zêde be û ji bo bersivdana pêdiviyên qonaxê peywendî qut nebin.

Share This Article