Di çarçoveya insiyatîfa ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkiriye de, bi dehan malbatên koçber ên li Reqayê dimînin bi ewle vedigerin bi herêmên xwe.
Di 23’ê Çileyê de, Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina bidilxwazî ya koçberên li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê insiyatîfek da destpêkirin.
Desteya Karûbarên Civakî bi hevkariya Rêveberiya Xweser re, ji bo kesên ku dixwazin vegerin herêmên xwe yên resen kete nava kar.
Di kampên li kantona Reqayê de malbatên ji gundewarên Hema, Heleb, Humis û deverên din hene.
Li gorî Desteya Karûbarên Civakî û kedkaran a Kantona Reqayê heta niha hejmara malbatên ku vegeriyane herêmên xwe 350 malbat in, her wiha bi hatina havînê re dê hejmareke zêde ya malbatan vegerin.
