Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ PÊŞANGEHEKE HUNERÎ HATE VEKIRIN

bi diruşma “Jidayikbûna Xwezayê” Desteya Çand û Şûnewaran a kantona Reqayê pêşangeheke hunerî, vekir .
pêşangeh li Hola Hunera Bedew a Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate vekirin .
di pêşangehê de hejmarek nivîskar, helbestvan, hunermend û xelkên Reqa û gundewarê wê, amade bûn .
her di pêşangehê de 54 tablo hatin pêşkêşkirin, her tabloyek mîrateya kevnar ya Reqayê vedibêje.
biryar e ku pêşangeh 3 rojan dewam bike .