Kanala ROJAVA TV

KONFERANSA EKOLOJIYÊ DI ROJA DUYEMÎN DE BI DAWÎ BÛ

Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn di roja xwe ya duyemîn de li Qamişlo bi dawî bû.

di roja duyemîn de mijarên bi sernavê Li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de” hatin nîqaşkirin .

Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn bi dirûşma “Bi paradîgmaya ekolojîk a Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin”di roja duyemîn de li Qamişlo bi dawî bû .

Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn duh bi beşdariya 120 kesî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sivîl li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê dest pê kiribû.

di roja duyemîn de mijarên bi sernavê Li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de” hatin nîqaşkirin .

paşê tevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

Di roja yekemîn de mijarên “Di مودرنتيا demokratîk de ekolojî Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê” jî hatin nîqaşkirin .