Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ WÊJEVAN FOZIYA EL MIRIÎ HATE BIBÎRANÎN

desteya Çand û Şûnewaran a Reqayê bi boneya çilrojiya wêjevan Foziya El Miriî, Merasîmeke bîranînê li dar xist .
merasîm li Hola Çand û Hunerê û bi amadebûna hejmarek ji Rewşenbîr, wêjevan û helbestvanan hate lidarxistin .
di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclisa Cîbicîkar, desteya Çand û Şûnewaran û yekîtiya Rewşenbîran ve hatin kirin .
axêveran wêjevan Foziya El Miriî bi bîr anîn û destnîşan kirin ku afrînerî qet namire.
merasîm bi pêşandana sinivîzyonekê derbarê jiyana wêjevan Foziya El Miriî de, bi dawî bû .