Kanala ROJAVA TV

MIHRÎCANA HESPAN BI BEŞDARIYA 155 HESPÊN RESEN, LI HESEKÊ HATE LIDARXISTIN

Komeleya hespên resen li qamişlo bi hevkariya qebîleya cihêş , mehrîcana hespan li gundê xemail yê bajarê hesekê li dar xist.
Mehrîcan bi beşdariya şêx û rûspiyên kurd û ereb ji tevahî herêma bakur û rojhilatê sûriyê û hêzên ewlekariya hundirîn hate lidarxistin.
Mehrîcan bi hejmareke bezên hespan di navbera 155 hespên resen de, ku li gorî cûre û temenê hespan hate dabeşkirin, destpêkir.
Di mehrîcanê de 12 ger hatin lidarxistin û gera herî dawî de jî li ser 3 kîlometiran bû.