HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN KONFERANSA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi amadebûna fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî konferansa xwe ya 4’emîn li dar xist.
Konferans bi amadebûna endam û rêveberên hêzên ewlekariya hundirîn, QSD, nûnerên malbatên şehîdan, rêxistinên jin û Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Di konferasnê de axaftin li ser navên QSD’ê, Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û Kongar Star hate kirin.
Axêveran xebatên hêzên ewlekariya hundirîn yên di ber parastina ewlehiya herêmê de silav kirin.
Her wiha rêzikname hate xwendin û plansaziya dema pêş jî hate diyarkirin.