HIKÛMETA ŞAMÊ HER KU DIÇE DORPÊÇA LI SER ŞEHBAYÊ GIRANTIR DIKE
Koçberên Efrînê ên li Kantona Şehba-Efrînê bi cîh bûne ji ber dorpêça hikûmeta şamê bêzar in û jiyan wan ketiyeke metirsiyeke mezin.
koçberên bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku divê bi erka xwe rabin û bibin xwedî helwest.
Dorpêça girankirî ya Hikûmeta Şamê jiyan li Şehba, Şêxmeqûsd, û Eşrefiyê xistiye metirsiyeke mezin.
Li alîyekî ferzkirina dorpêça hikûmeta şamê û li alîyekî din jî êrîş û topên dewleta tirk a dagirker ên li ser koçberên Efrînî yên ku bi darê zorê ji warê xwe koçî Şehbayê bûn, ranewestiyane.
Hikûmeta Şamê bi her awayî nahêle pêdivîyên jiyanî derbasî kantona Efrîn û Şehbayê bibin û jiyana bi hezaran koçberan xistiye zehmetiyeke mezin.
Koçberên Efrînî yên ku li kampên koçberiyê yên li Şehbayê dijîn behsa dorpêça hikûmeta şamê û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dibin, dikin.
Her wiha koçberên Efrînî bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku di demeke nêzîk de bi hawara wan ve werin û dorpêçê bi dawî bikin.
Digel dorpêç û êrîşên berdewam, rêxistina UNICEF’ê jî ji destpêka îsal ve av bi temamî li ser koçberan qut kiriye, lê tevî vê yekê jî koçberênj Efrînî tekez dikin ku heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin.