Kanala ROJAVA TV

2 ŞEHÎDÊN HRE’YÊ BI MERASÎMEKE BI HEYBET HATIN OXIRKIRIN

Koçberên Efrînî û Xelkên Şehbayê bi merasîmeke girseyî du Şehîdên Hêzên Rizgariya Efrînê oxirkirin.
Şehîd Cûdî Gabar û Şehîd Cûdî Reşo yên ku di 30’ê çileyê de, di çalakiya li gundê Basilê de şehîd bûn, duh bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdên berxwedana serdemê ya li Şehbayê hatin oxirkirin.

Di merasîmê de axaftin li ser navê meclîsa malbatên şehîdan û hêzên rizgariya efrînê hatin kirin.

Axêveran sersaxî dan malbatên şehîdan û tekez kirin ku ew ê tola şehîdan tucarî li erdê nehêlin .

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan di bin tilîlî û dirûşmeyên şehîd namirin de hatin oxirkirin.