Kanala ROJAVA TV

MECLISA RÊVEBER A REQAYÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LI SER HERÊMÊ ŞERMEZAR KIR

Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser ên Herêma bakur û rojhilatê sûriyayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdariya hemû sazîyên civaka sivîl û partîyên siyasî yên kantona reqayê li ber navenda Meclisa Rêveber hate dayîn û tê de êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi riya êrîşên xwe yên tirsonek dê nikaribe îradeya gelê me ya azad bişikîne.

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê di dawiya de bang li gelên herêmê kir ku li hemberî binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk asta tekoşînê bilind bikin.