Kanala ROJAVA TV

RÛNIŞTANDINÊN JI BO LI DARXISTINA KONFERANSA YEKRÊZIYA KURDÎ DEWAM DIKIN

Îro şeşemîn rûniştandina partiyên Kurdî ji bo gotûbêjkirina peymana bingehîn a çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyê ku ji 17 xalan pêk tê li Hesekê hate li darxistin.
Rûniştanin bi amadebûna hemû partiyên Kurdî yên Siyasî li Hesekê bi rêve çû û bi awayekî erênî xalên peymanê ji aliyê beşdaran ve hatin nirandin.
rêze rûniştandinên ku tên li darxistin di çarçoveya amadekariyên ji bo li darxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî de ne.
Destpêşxeriya li darxistina vê kongireyê ji aliyê 5 partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê ve hatiye amadekirin ew jî PYD’ê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê,partiya çep a kurd li sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê El Partî ne.