Kanala ROJAVA TV

BANG Û DAXWAZÊN JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Ciwanên şoreşger yên Kobanê tecrîda li îmralîyê şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Ciwanên Şoreşger dan zanîn ku armanca dijmin qirkirin û tunekirina doz û îradiya gelê kurd e.

Rêber Abdullah Ocalan sala 1999’an bi komployeke tijî îxanet dîl hate dgirtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Dewleta Tirk jî ji wê demê ve û ta niha tecrîdeke giran li dijî Rêbertî ferz kiriye û ji mafê hevdîtinê bê par hiştiye.

Li hemberî komplo û tecrîda girankirî bertek û nerazîbûnên tund derdikevin pêş.

Di vê çarçoveyê de ciwanên şoreşger yên Kobanê bertek nîşan dan û gotin ku, dewleta tirk a faşîst nikare gel ji fikrê Rêbertî qut bike û heta henaseya dawîyê dê ji bo azadiya Rêber APO têbikoşin.

Her wiha Ciwanan dan zanîn ku komplogeran dixwestin di şexsê Rêber APO de doza gelê Kurd tune bikin.

Dewleta tirk a faşîst li ber çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî Rêber APO ji hemû mafên wî bêpar dihêle, cezayên dîspilînî li rêbertî ferz dike û mafên hevdîtinê li gel rêbretî qedexe kiriye.