Kanala ROJAVA TV

GEL JI REWŞA RÊBER ABDULLAH OCALAN BI FIKAR E

li Îmralî, tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan tê ferz kirin û ev 3 salan ti agahî jI rêber APO nayên girtin.

xelkên herêmê jî li hember tecrîdê bi hêrsin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de agahiyekê ji rêber Apo bigrin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê got divê tecrîd were rakirin û rêber apo azad bibe ji ber çareseriya tevahî pirsgirêkan fikrê rêber Apo ye.

Rêvebera Kongra Star a Amûdê Nûra Hisên jî da zanîn ku bi saya rêber Apo jin azad bû û diyar kir ku ew li ser fikr û felsefeya rêber Apo dimeşin.

ji bo azadiya rêber Apo jî rojane li herêmê çalakî berdewam in û 9’ê sibatê jî li herêmê kampanya komkirina îmzeyan ji bo azadiya rêbertî hate destpêkirin û heta niha zêdeyî 3 milyon îmze hatine komkirin.