Kanala ROJAVA TV

PIRTÛKXANEYA PEYARIYÊ YA KOBANIYÊ BALA XWÎNERAN DIKÊŞE SER XWE

Li bajarê Kobanê di van demên dawiyê de pirtûkxaneyeke peyariyê hate avakirin.

Pirtûkxane bûye meqseda xwîneran û welatiyên Kobanê ref bi ref berê xwe didin pirtûkxaneyê.

Serperiştiyarên projeyê dibêjin, armanca wan geşkirina çanda xwendinê ye.

Pirtûkekê deyne û yekê bibe, di bin vî navî de kompanya ciwanan ya avakirinê li bajarê Kobanê pirtûkxaneya peyariyê ava kiriye.

Pirtûkxane bi dîzayneke balkêş li qada Azadî ya naverasta bajarê Kobanê xemla xwe dide der û bi naverok û ciwaniya xwe, arezûyên xwîneran berev xwe ve dikêşe.

Ev projeya yekemîn li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Mercê pirtûkxaneyê ew e, divê ku her xwînerek pirtûkekê deyne û yekê jî bibe.

Li gorî serpereştiyarên projeyê, armanca wan berbelavkirin û geşkirina çanda xwendinê ye.

Xwînerên ku serdana pirtûkxaneyê dikin, diyar dikin ku vê gavê dilê wan geş kiriye, nemaze ku pirtûkên Kurdî jî di nava refên pirtûkan de berz dibin.

Dibe ku lêçûna vê projeyê ne gelek be, lê vê pirtûkxaneyê weha kiriye ku li gel welatiyan bibe cihê balkêşiyê û ref bi ref serdana wê bikin, da ku xwe bi zanîn û zanebûnê wê tîmar û rewşen bikin.