Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ KONGREYA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST

Di bin dirûşmeya ‘’Partiya me paşeroja me ye, rêveberiya me garantiya me ye, hêzên me serketina me ne, Sûriyê me dike yek’’ partiya Sûriya Pêşerojê kongireya xwe ya 4’emîn li darxist.
Kongire Bi amadebûna hezar delegeyî ji endamên partiyê , hevserokên Meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran û saziyên jin li hola Tac li bajarê Reqa bi rêve çû.
axavtina destpêkê ji aliyê serokê Partiyê Ebd Hamid EL Mihbaş û Sekretêra partiyê Sîham Dawûd ve hatin kirin û tekezî li ser çareserkirina aloziya Sûriyê bi riya diyaloga Sûrî sûrî hate kirin.
Piştre peyama Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî hate pêşandan, Ebdî di peyama xwe de da xuyakirin ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her alî ve rastî pilanan tên, ji aliyekî ve metirsiya çeteyên Daiş’ê, ji aliyekî ve dagirkeriya Tirk û li aliyekî din hewildanên hikûmeta Şamê ji bo xirakirina awlehiya Herêmê.
di kongireyê de Nisrîn Doko û Ebd Hamid EL Mihbaş ji bo hevserokatiya partiyê hatin hilbijartin.