Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBER A PYD’Ê ALDAR XELÎL GEŞEDANÊN DAWIYÊ DINIRXÎNE

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl derbarê êrîşên Tirkiyê û serdana Erdogan ya ji bo Bexda û Hewlêrê ji Rojava TV re axivî û da zanîn ku PDK’ê di hewldanên dewleta Tirk ên qirkirina gelê Kurd de cihekî mezin girtiye.

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide hêzên herêmî beşdarî şerê xwe yê li dijî gelê Kurd bike û PDK’ê wekî serkêşê şerê xwe bi kar tîne.

Dewleta Tirk a dagirker ku derbeyên giran ji aliyê gerîlayên azadiyê ve dixwe, bi rêya serdanên xwe yên Iraq û welatên din dixwaze tevgera azadiyê tasfiye bike.

Dewleta Tirk di van hewldanên xwe de girîngî daye xeta Hewlêr-Bexdayê û dixwaze wan jî bi awayekî rasterast beşdarî şer bike.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl da zanîn ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re pêşeroja gelê Kurd dixe metirsiyê.

Her wiha Aldar Xelîl diyar kir ku divê PDK’ê li dijî dijmin xwedî helwest be, ne hevkariyê bike.

li gorî şîrovekaran hewldanên dewleta dagirker ên beşdarkirina Iraq di şerê li dijî Kurdan de sînordar nema, lê ji vê zêdekir dewleta Tirk hewl dide Îran jî tevlî vî şerî bike.

her wiha PDK’ê di 40 salên dawîn de di êrişên li dijî gerîlayên azadîyê de tevkariyê dide dewleta Tirk a dagirker.