Kanala ROJAVA TV

NAMZETÊN JIN YÊN HEVŞAREDARIYA BAJARÊ QAMIŞLO HATIN DIYARKIRIN

Kongra Star duh li bajarê Qamişlo, navçe û bajarokên wê hilbijartinên navxweyî yên ji bo destnîşankirina namzetên hevşaredariyê li dar xist.

Piştî 11 demjimêran ji dengdanê encamên pêşhilbijartinan bi daxuyaniyekê hatin aşkerekirin.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongra Star ya bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl ve hat xwendin û behsa giringiya pêvajoyê hate kirin. Her wiha navên namzetan hate diyarkirin

Bi giştî 1550 jinan dengê xwe da û ji wan Bêrîvan Umer weke namzeta herî serkeftî hate diyarkirin.

Berbijêra serkeftî Bêrîvan Omer ji Rojava TV re got ku em ê li gorî bawariya gelê xwe derbikevin.

Endama koordînasyona kongra star Remziya Mihemed jî got ku çawa jinê xwe di hemû qadan de îsbat kir, jin dikare rola xwe di şarederiyan de jî bilîze.

Îro jî li gelek bajaran heman prose bi rê ve diçe û jin bi girseyî dengê xwe bi kar tînin. Li piraniya navendên dengdanê Rojava TV televizyona yekemîn e ku bi awayekî rasterast hilbijartinan dişopîne.