Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KOMXEBATEK JI BO PÊŞXISTINA JIN HAT LIDARXISTIN

Encumena Jinên Sûriyê îro bi Rojnemeya Rojhlata Navîn re di çarçoveya lêgerîna makanîzmeya pêşxistina jinan û beşdariya wê di qada siyasî de, komxebatek li Reqayê lidarxist.
Di komxebatê de hejmarek ji Nûnerên PartÎ û çalakvanên siyasî beşdar bûn.
Beşdaran di komxebatê de li ser astengiyên ku jin di hundir û derveyî sektora siyasî de rû bi rû dimînin nîqaş kirin her wiha li ser rêyên çareserkirinê pêşniyar kirin.
Di heman demê de beşdaran tekezî li ser prensîba hevsengî û cîbecîkirina zayendan kirin, û diyar kirin ku nebûna hişmendiya civakê li pêşiya jinan dibe asteng û nahêle jin rola xwe di qada siyasî de bilîze.