Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBA DEWREYA JI BO BILINDKIRINA ASTA XWENDEKARAN BI DAWÎ BÛ

Dewreya ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Şehba ji bo xwendekaran vekiribû ,piştî 15 rojan bi dawî bû.
Bi armanca pêşxistina asta xwendekaran di warê perwerdeyê de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Şehba dewreyek dest pêkir.
Dewre 15 rojan dewam kir û tê de nêzî 125 xwendekarên navîn û amadehî beşdar bûn.
Têkildarî mijarê Rêvebira dibistana Şehîd Çekdar a li navçeya Fafînê li Şehbayê, Henîfe Qasim got, tevî derfetên kêm li herêmê, lê perwerde bi awayekî serkeftî derbas bû.