Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYAYÊ HILBIJARTINÊN XWESER LI DAR XIST

Li bajarê Reqayê jî hilbijartinên navxweyî yên Kombûna Jinan a Zenûbyayê hatin lidarxistin.
Bi sedan jinên Reqayê ji bo hilbijartina namzeta hevşaredariyê demjimêr 9 berê xwe dan navenda dengdanê ya li Kombûna Jinan a Zenûbyayê û dengê xwe dan.
Li Reqayê 2 jinan xwe li ser navê lîsteya Kombûna Jinan a Zenûbyayê berbijêr kirine.
Ev hilbijartinên navxweyî yên xweser in ku destpêkê alîgir û endamên Kombûnê dengê xwe didin û namzetekê destnîşan dikin.
Roja 25’ê mehê Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ragihandin ku dê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbijartinên şaredariyan û meclisên şaredariyan bibin.
Her wiha her du aliyan diyar kirin ku deriyên wan ji tevahî aliyan re vekirî ne.