Kanala ROJAVA TV

SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI EFRÎNÊ ROJ BI ROJ ZÊDETIR DIBIN

Têkildarî Bûyerên Tecawizkirina Zarokan li Efrînê cîgera Encumana Navçeya Ehrezê Lemya Şêxo ji Rojava Tv re nirxandin û got tevî Kiryarên li Efrînê pêk tên, Civaka Navdewletî û Rêxistinên Mirovî bê deng û bê Helwest dimînin .

sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bênavber û bê ku kes wan rawestîne, roj bi roj zêdetir dibin.

Herî dawî doh endamekî ‘Encumena xwecih’ a navçeya Cindirêsê û kurê wî zarokeke keç ji pêşiya mala wê di bin gefa kuştinê de revandin û tecawiz lê kirin .

Têkildarî van sûcan, cîgera Encumana Navçeya Ehrezê Lemya Şêxo got , Çeteyên Dewleta Tirk ji bilî birîna daran, Talankirin û koçberkirina gel , Tecawiz li Zarokan dikin .

Lemya Şêxo got ; tevî Kiryarên ku li Efrînê pêk tên, Civaka Navdewletî û Rêxistinên Mirovî bê deng û bê Helwest dimînin .

Di kêmtirî hefteyekê de an ku di 6 û 11 ê Gulana Îsal de serçeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê 2 sûcên tecawizkirina li 2 zarokên 10 û 14 salî pêk anîn.