AKADEMIYA ŞEHÎD EMGÎHAN CÛDÎ ZAROK Û MALBATÊN ŞEHÎDAN PERWERDE DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya bajarê Kobanê ta niha ji bo zarok û malbatên şehîdan 3 xulên perwerdeyê vekirine.
Piştî derçûnê, beşdarên perwerdeyê di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de dixebitin.
Rêveberê akademiyê Silêman Silêman ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya pêşkêşkirina perwerdeyê dike.

Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya ku bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan di sala 2020’an de hate vekirin, barê perwerdekirina malbat û zarokên şehîdan girtiye ser milê xwe.

Akademî zarokên şehîdan yên ku ji ber aloziya Sûriyê û êrîşên berdewam ji perwerdeyê hatine dûrxistin, perwerde dike.

Hînbûna zimanan, çawaniya bikaranîna labtopê û semînerên îdeolojî perwerdeyên sereke yên akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ne.

Rêveberê akademiyê Silêman Silêman ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya pêşkêşkirina perwerdeyê dike.

Beşdarekî perwerdeyê jî diyar dike ku, perwerdeyên weha ji bo bilindkirina asta zanîn û zanistê gelekî giring in.

Share This Article