ŞAREDARIYA REQAYÊ DI XEBATÊN ÇAKSAZKIRINA TORÊN AVRÊJIYÊ Û QÎRKIRINA RÊYAN DE BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Reqayê li gelek deveran sererastkirin û ji nûve avakirina torên avrêjiyê bi dawî kiriye û li hinekan deveran jî dest bi çaksazkirinê dike.

Her wiha ji destpêka başbûna rewşa hewayê ve jî, şaredarî rêyên ku zirar dîtine, qîr dike.

Li gorî hevserokatiya şaredariyê di plana wan de heye ku îsal nexşerêya tevahî projeyên xwe bi dawî bikin.

Hevserokatiya şaredariyê dibêje, ew destpêkê girîngiyê didin xebatên torên avrêjiyê û paşê jî li ser qîrkirin û çaksazkirina rêyan dixebitin.

Share This Article