HUNERMEND ELÎ MENSÛR DI ÇILROJIYA XWE DE HAT BI BÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Çand û Hunerê ya Cizîrê TEV-ÇAND bi boneya çilrojiya hunermend Elî Mensûr li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya bajarê Amûde merasîmek li dar xist.

Malbata hunermend Elî Mensûr, şêniyên Amûde, endamên saziyên sivîl û meclisan, endamên Tevgera Çand û Hunerê di merasîmê de amade bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûde Mihemed Ehmed axivî:

Mihemed Ehmed got: “Hunermend Elî Mensûr Di şoreşa Rojava de bi salan li kêleka şervanan têkoşiya. Bi amûrên xwe yên mûzîkî li hemberî dijmin û polîtîkayên wan têkoşîn kir”.

Endamê Tevgera Çand û Hunerê Baran Dilbehar diyar kir ku Hunermend şehîd Elî Mensûr ji malbatekî welatparêz û kedkar bû. Di astekî herî bilind de xebatên hunerê birêve bir.

Di merasîmê de li ser jiyana hunermend Elî Mensûr sînevîzyon pêşkêş kirin û hunermend Dilara Elî Mensûr û hunermend Sefqan Orkêş awaz gotin.

Share This Article