ASYA EBDULLAH: HER LIHEVKIRINÊN NEKEVIN XIZMETÎ GEL, EM QEBÛL NAKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka PYDˊê Asya Ebdelah diyar kir ku PYDˊê her lihevkirinên nakevin xizmeta berjewendiyên gelê ‎Sûriyê û mafên wan ên rewa pêk naynin red dike. ‎

Asya Ebdelah got: “Sûriye di planên parçekirinê re derbas dibe û hêzên cîhanê dixwazin vê yekê li ‎Sûriyê pêk tesbît bikin, Ji mafên gelê Sûriyê ye li dijî van binpêkirin û komployan bisekine.”‎

AsyaEbdelah anî ziman ku divê gel pişta xwe nede hêzên xwe garantor dibînin û her tim xeta wekhevî û ‎demokrasiyê hilbijêrin.‎

Der barê helwesta PYDˊê ji dan û standinên derveyî berjewendiyên gel de Asya Ebdelah da zanîn ku ‎Tevahî lihevkirinên derveyî berjewendiyên gelê herêmê û dijberî şoreşa wê pêk tên de ew ê li dijî wê ‎tê bikoşin û destekê nadin wan lihevkirinan. ‎

Hevseroka PYDˊê Asya Ebdelah di dawiyê de got vîn û hêza gelan dê armancên serkeftinê qezenc bike.‎

Share This Article