FORUMA QAMIŞLO YA ŞÊWRÊ BI BEŞDARIYA MSD, MAFNAS Û SIYASETMEDARÊN SÛRÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya amadekar a kongreya hêz û kesayetên demokratîk di bin dirûşmeya “foruma Qamişlo ya Şêwrê” de li bajarê Qamişlo bi partî û hêzên siyasî yên Sûrî û kesayetên serbixwe re civiya.

Di foruma Qamişlo ya Şêwrê de nûnerên MSD, partî û rêxistinên siyasî û civakî ji deverên cuda yên Sûriyê, her wiha mafnas û siyasetmedarên Sûrî beşdar bûn.

Di forumê de nîqaş li ser awayên çareserkirina aloziya Sûriyê û gihandina nêrîneke hevbeş di çarçoveya sîstema nenavendî de hatin kirin.

Endama Komîteya Amadekar A Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Canda Mihemed da zanîn ku armanca wan ew e ku nêrînên aliyên Sûrî nêzî hev bikin da ku çareseriyeke aştiyane ji bo aloziya Sûriyê were dîtin. .

Share This Article