Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkildarî binpêkirin û kuştinên ku li dijî jinan pêk tên li pêşiya navenda xwe ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinên bajêr, Kongra Star û saziyên jinan ên herêmê pêk hat.
Jinan di daxuyaniya xwe de, anîn ziman ku li ber ronkahiya rabûna tirsnak a kuştina jinên cîhanê, erkê wan e ku van sûc û binpêkirinên eşkere yên li dijî hemû rêgezên edalet û mirovahiyê pêk tên, derxin holê.
Her wiha jinan bang li wijdanê gerdûnî kir û got ku kuştina jinan ne meseleyeke herêmî yan jî taybetmendiyeke çandî ye lê sûcekî ku li dijî peymanên navneteweyî ye.
jinan tekez kirin ku ew ê nehêlin dîroka mirovahiyê di nava lepên xwîna jinê de bê nivîsandin.
