LI QAMIŞLO 5 ŞEHÎD HATIN OXIRKIRIN Û MERASÎMA XIYABÎ YA 8 ŞEHÎDAN PÊK HAT

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ji bo 8 şervanên QSD’ê û YPJ’ê merasîma xiyabî li dar xist û cenazeyên 5 şehîdan jî spartin axê.

Merasîm bi beşdariya bi hezaran kesî li Pakrawangeha Şehîd Delîl Saruxan pêk hat.

Di merasîmê de wêneyên şehîdan, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û YPJ’ê hatin daliqandin.

Merasîm bi kêliyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyd Etê axivî û got: “Vî gelê ku nirxê şehîdan danîne ser milê xwe, dê berdêlên giran bidin. Çand û exlaqê me ew bû me birîndarên wan derman dikir”.

Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk Şêx Umer Qaderi axivî û got: “Yên ku canê xwe di ber axa xwe de bide şehîd e. Bi keda wan em îro dikarin rihet razên”.

Piştî axaftinan şehîd hatin oxirkirin.

Share This Article