Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam serdana dibistanan kir û xwendekaran jî nerazîbûna xwe li hemberî biryara wezareta perwerdeyê anîn ziman.
Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam tev grûpek ji navenda perwerdeyê ya herêmê serdana dibistanan kir.
Xwendekaran ji Cîhan Hesam û grupa pêre anîn ziman ku ew bi zimanê xwe yê dayîkê ve girêdayî ne û ew daxwaza mafên xwe yê bi zimanê xwe bixwînin, dikin.
Her wiha daxwaz kirin ku biryara Wezareta Perwerdeyê were sererastkirin û ew bi zimanê xwe bixwînin.
