Bi sedan xwendekarên Hesekê jî, li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê, qebûl nekirin derbasî dibistanên xwe bibin.
Îro bi sedan xwendekarên bajarê Hesekê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya veqetandina tenê 3 demjimêran di hefteyê de ji bo hînkirina zimanê Kurdî bertek nîşan dan û qebûl nekirin ku derbasî fêrgehên xwe bibin.
Xwendekar dibêjin, Em mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê Kurdî dixwazin. Em nikarin bi Erebî fêr bibin û 3 demjimêrên ku ji bo Kurdî hatine veqetandin ji bo me têrê nakin.
Mamosteyan jî gotin, Çawa ku civaka Ereb dixwaze bi zimanê xwe fêr bibe, em Kurd jî dixwazin bi zimanê xwe yê Kurdî fêr bibin.
