RÊXISTINA HEVDESTÎ YA QURBANIYAN KOÇBERIYA BI DARÊ ZORÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Hevdestî ya qurbaniyan îro li bajarê Qamişlo derbarê koçberiya bi darê zorê de panela xwe ya salê li darxist.

Panel, li hola biric a li bajêr bi beşdariya Çalakvan, parêzvanên mafên mirovan, Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, Dezgehên Çapemeniyê û qurbaniyên şerê li Sûriyê, li dar ket.

Di panelê de pêdiviyên qurbaniyên li Bakur û Rojhlatê Sûriyê, lêgerîna edaletê ji bo qurbaniyan û mafê vegera bi ewle, hatin nirxandin.

Di heman demê de çarenûsa windahiyan û kesên ku bi darê zorê hatin koçberkirin, pêkanîna aştî û aramiyê, vegerandina mal û mafên ku hatine dizîn, hesabpirsîna ji sûcdarên binpêkirinan hatin nirxandin.

Share This Article