YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD SEMÎNEREK LI SER GIRINGIYA RADYOYAN DA

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 13’ê sibatê, roja cîhanî ya radyoyan, Yekîtiya Ragihandina Azad îro semînerek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi dehan rojnamevan û rewşenbîrên herêmê li baxçeyê xwendinê yê bajêr beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de giringiya radyoyan ya di pêşxistina civakê û geşkirina ragihandinê de hate nîqaşkirin.

Her wiha ji bo xurtkirin û vejandina radyoyan nîqaş û pêşnîyarên cuda hatin wergirtin.

Beşdarên semînerê jî nêrînên xwe bi parve kirin.

Hêjayî gotiyê ye ku di ragihandina dengê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, radyoyan roleke giring û sereke lîstin.

Share This Article