XALID ZERÛR BEHREYA ŞÊWEKARIYÊ JI BO XWE VEGUHERAND PÎŞEYEKÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi mozayîka rengere tê naskirin, ew jî ji ber ku tevahî pêkhate bi hevre ‎jiyan dikin.‎
Ne tenê jiyan li herêmê weke mozayîkekê ye, lê şêwekarên ku mozayîkê bi xwe jî çêdikin li herêmê ‎hene.‎
Xalid zerûr ê 63 salî şêwekare û karê mozayîk û çêkirina fexaran de kar dike.‎
Xalid ji dêrazorê ye û 50 salin vî karî dike, ji ber ku ji 13 saliya xwe de dest bi karê şêwekariyê kiriye û ‎tabloyan jî xêz dike.‎
Xalid ku ev 5 salin li bajarê Qamişlo jiyan dike, ji bermahiyên kargehan mîna kevir, seramîk û kelpîçan ‎tabloyên hunerî, û perçeyên xemilandna mal û cihan çêdike.‎

Xalid zerûr tevî temenê xwe yê mezin rojane 15 demjimêran di dukana xwe ya li Qamişlo de kar dike û ‎dibêje ku lêhûrbûneke zêde ji karê wî re pêwîste.‎

Xalid ê ku destpêkê şêwekarî behreya wî bû û behre ji xwe re kir pîşeyek ku têde pir zîrek bû, niha ‎debara jiyana xwe û malbata xwe bi vê yekê dike û her hewil dide ku karekî baştir û balkêştir pêşkêş ‎bike.‎

Share This Article