Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyên Festîvala 9’emîn a Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xado ya Kobanî li darxist.
Di bin diruşmeya ” Temenê me biçûk e, lê xewnên me mezin in ” Festîval dest pê kir.
Bi sedan ji zarok û malbatên wan, endamên çand û hunerê û saziyên sivîl beşdarî festîvalê bûn.
Di festîvalê de piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şêrîn Ararat axivî.
Şêrîn bixêrhatina beşdaran kir û got, Tevî şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe jî, zarokên me hîn jî bi çanda xwe ya Kurdî ve girêdayî ne.
Festîval bi gotina stranan û pêşkêşkirina filikloran ji aliyê zarokên beşdar ve, bi dawî bû.
