DESTÊN KU DARAN VEDIGUHÊZIN XEMLAN: NEQŞKAR XALID ATAȘ

Rojava Tv
2 Min Read

Pêşangeha wî ya biçûk bala her kesê ku serdana bajarê Kobanê dike dikişîne, û li her goşeyekê hunera xweşik ku xwe di nav perçeyên dar an jî tabloyên çapkirî de vedişêrin, tên dîtin.

Em behsa pîşesaz û neqşkar Xalid Ataş dikin, ku hunera çêkirina amûrên darîn û neqişandina li ser wê ji bavê xwe hîn bû û ew ji nifşê din re veguhest.

Çîrok çi ye? Em ê di vê rapora xwe de nas bikin.

Li bajarê Kobanê, navê pîşesaz û neqşkar Xalid Ataş wekî yek ji wan kesên kêmpeyda derdikeve pêş, ku karîbû rih bide hunera destan. .

Di serdemekê de ku kelûpelên plastîk û yên kargehan bazar dagir kirine, Ataş biryar da ku bi rêya amûrên xwe yên destan û evîna xwe ya ji bo daran, rêyeke taybet ji xwe re xêz bike.

Di nav pêşangeha xwe ya balkêş de, Xalid cîhana xwe ya biçûk afirandiye. Demjimêrên dirêj bi bêhna daran re derbas dike û her perçeyek ku ew çêdike dibe xwedî nasnameyek taybet û her wekî şopa tiliyên wî dimîne.

Karên Ataş tenê ji bo xemlandinê nîn in, belku ew bêtir giraniyê dide çêkirina amûrên ku di jiyana rojane ya malê de tên bikaranîn û li gor daxwaza welatiyên tûştan diafirîne.

Xalid Ataş tekez dike ku nirxa rastîn a karên wî di keda mirovî û dema ku ji bo her hûrguliyekê hatî dayîn de ye. Ataş dibîne ku xelk gava dest didin kalîteya dara xwezayî, yekser cudahiyê fêm dikin û qedrê perçeyên destan ên ku ji nifşekî bo nifşekî din dimînin, digirin.

Share This Article