Nexweşxaneya Talasîmyayê ya Heyva Sor a Kurd lênêrîna bi sedan nexweşên penceşêr û talasemiya dike û piştgiriya pêwîst dide wan.
Lêbelê, nexweşxane ji ber kêmbûna pêdiviyan û dermanan bi rewşek krîtîk re rû bi rû ye, ku çarenûsa nexweşan ne diyar dihêle.
Heyva Sor a Kurd ku di sala 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin, di şert û mercên pir zehmet de kar kir û xwe pêş xist, û di sala 2023’an de beşê penceşêr û telasîmyayê vekir.
Îro li navendê 970 nexweşên penşêrê û zêdetirî 450 nexwşên telasîmyayê hene ku rewşên wan pir giran in.
Derbarê rewşa nexweşan, rêvberê beşê penceşêr û telasîmyayê yê Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî axivî û diyar kir ku derfetên kêm bûne sedem ku zehmetî zêde bibin.
Nexweşa telasîmyayê yê bi navê Hêvî got em daxwaz dikin her kes dengê me bike û xwîne bide me.
Dayika nexweşekî bi rêya Rojava TV got ku ew hêvî dikin ku karibin zarokên xwe derxin dervayî welêt ku derman bikin.
Heyva Sor a Kurd tevî şert û mercên zehmet her dem û her kêliyan de deriyê wê ji gel re vekiriye û cihê dabînkirna pêdiviyên nexweşan ne.
