LI REQAYÊ ŞEHÎDÊN MEHÊN ÎLON Û COTMEHÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê îro bi merasîmekê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anî.
Merasîma bîranînê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, tevger û rêxistinên jinan, tevgera ciwanan, partiyên siyasî, meclîsa malbatên şehîdan û gaziyên şer li hola Çandê ya li bajêr bi rêve çû.
Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Meclisa Cîbcîkar û meclisa malbatên şehîdan ve hat kirin.
Axêvera şehîdên mehên Îlon û Cotmehê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn û anîn ziman ku ew ê di nava xebat û têkoşîna xwe de destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Paşê mûm li ser gorên Şehîdan hat pêxistin.

Share This Article