Bi boneya 13’mîn salvegra şoreşa 19’ê Tîrmehê, Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Gidêm El-Îdan, ji Rojava TV re nirxandin kir.
Gidêm El-Îdan diyar kir ku “Şoreşa Rojava” encamnameya salên têkoşîn û xebatê ye.
13 sal berê, bi taybetî di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê şoreşek mezin pêk hat û mohra xwe wekî yek ji şoreşên herî serketî yên Kurdan li dîrokê da.
Pêla ku bi pêşengiya Kurdan dest pê kir, bi demê veguherî pergalek Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhate, çand, ol û baweriyên herêmê dihewîne.
Bi boneya 13’mîn salvegra şoreşa 19’ê Tîrmehê, Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Gidêm El-Îdan, ji Rojava TV re diyar kir ku şoreş 19’ê tîrmehê encamnameya salên têkoşîn û xebatê ye.
El-Îdan tekez kir ku pejirandina peymana civakî, destkeftiya herî girîng a şoreşê ye, mafê hemû pêkhate û gelan li gorî prensîba neteweya demokratîk tê parastin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi navê “Şoreşa Jinê” jî tê naskirin, ji ber ku jinan bi îiruskên şoreşê re , pêşengtî ji azadî û demokrasiyê re kirin û ber bi serkeftinê meşiyan.
