LI KOBANÊ PIROJEYA SAZKIRINA DEMJIMÊRÊN ELEKTRONÎ HATIYE DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo zêdekirina demijmêrên enerjiyê li Kantona Firatê ofîsa Enerjiyê dest bi projeya danîna demjimêrên elektronî kiriye.

ofîsa enerjiyê di 29’ê Hizêranê civîna xwe lidarxist û tê de biryar da ku pirojeya demjimêrên elektronî bên danîn.

ev piroje dê li Kantona Firatê sazkirina demjimêrên elektronî hemû navçeyên bajêr bigire nav xwe.

Xebatkarê kompanya enerjiyê Silêman Mustefa diyar kir ku ji bo zêdekirina demijmêrên enerjiyê ev piroje pêwîst bû.ji aliyê xwe ve Hevseroka Ofîsa Enerjiyê Ayşa Nasir jî sedemên û armancên vê pirojeyê vedibêje.

Li gorî ofîsa enerjiyê li Kantona Firatê piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker bi ser stasyona enerjiyê zirarek mezin li stasyonê hate kirin di encamê de demijmêrên enerjiyê hatin kêm kirin lewma ev piroje pêwîst hat dîtin ku têkeve meryetê.

Share This Article