XELKÊ HESEKÊ ARAM TÎGRAN BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkê Hesekê bi çalakiyeke hunerî û çandî hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn bal keşandin li ser rola wî ya di huner û çanda Kurdî de.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê li bajarê Hesekê çalakiyek ji bo bibîranîna hunermed Aram Tîgran li dar xist. Di çalakiyê de hejmarek rewşenbîr, hunermend û nûnerên ji pêkhateyên herêmê amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Şêwirmendê Giştîy ê Saziya Civakî û Çandî ya Ermenî Îmad Tataryan bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku Aram Tîgarn ji tevahî pêkhateyên herêmê re straye û bi dengê xwe Kurd, Ermen û Ereb li hev civandin.

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser jiyana hunermend û têkoşîna wî ya hunerî, şano û stran hatin pêşdanan.

Beşdaran bal kişand ser girîngiya bibîranîna Aram Tîgaran û danasîna nifşên nû bi mîrasa wî ji ber ku yek ji hunermendên evîndarê mûzîkî û çandê dewlemend kiriye, nirxên biratî û jiyana hevbeş xurt kiriye, ye.

Share This Article