LI KOBANÊ 16 ŞEHÎD HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê, bi merasîmeke girseyî, 16 şehîdên ku li girtîgeha Reqa û Tebqayê şehîd bûne oxir kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Sara Xelîl û malbata şehîd Mistefa Kino axivîn.

Axêveran gotin ku bi berxwedanê em ê bighêjin serkeftinê. Ev şervan ji bo vî welatî û parastina rûmetê şehîd bûn, berxwedana ku van hevalan di zindanê de raber kirine, berxwedaneke dîrokî bû.

Di dawiyê de, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin

Cenazeyên şehîdan bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin oxirkirin.

Share This Article